Dêrezor | Mayînek teqiya û 4 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundekî Dêrazorê 4 zarok ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn ku ji ber şer mabû.
Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku li gundê Hetlayê yê Dêrezorê mayînek teqiyaye û 4 zarok birîndar bûne.
SOHRê diyar kir ku her 4 zarok rakirine nexweşxaneyê.
Her weha ji ber statîstîkên li ber destên xwe daxuyand ku ji destpêka îsal (2025) ve, ji ber teqîna bermahiyên şer 143 kesan canê xwe ji dest daye û 176 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin