Li Dêrezorê mînek bi otomobîleke Hizbullaha Lubnanî de teqiya: 5 birîndar
PeyamaKurd – Li bakurê Dêrezorê, mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiya û di encamê de 5 çekdarên Sûrî yên ser bi wê hêzê ve hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, roja Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li gundê el-Bixêliye li bakurê bajarê Dêrezorê, mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiyaye.
Hat ragihandin, di teqînê de 5 çekdarên Sûrî ku di nav hêzên Hizbullahê de kar dikin hatine kuştin.
Herwiha hat eşkerekirin, heta niha ti aliyan ew êrîşa bo ser hêzên Hizbullahê li xwe negirtiye.
Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê, hêzên Hizbullah a Lubnanê jî ji bo piştgiriya hikûmeta navendî ya Sûriyê û Beşar Esed derbasî nav axa Sûriyê bûne û li gelek navçeyan bicih bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin