Balafirên Îsraîlê binke û baregehên Hizbullaha Lubnanî bombebaran kirin
PeyamaKurd - Balefirên şer ên Îsraîlê çend binke û baregehên milîsên Hizbullaha Lubnanî li nêzî sînorê xwe bombebaran kirin.
Li gor berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di tora xwe ya civakî ya twitterê de îro ragihand, balafirên Îsraîlê, çend binkeyên çavdêriya Hizbullahê yên nêzîk sînorê Îsraîlê bombebaran kirine.
Herwiha Avichay Adraee diyar kir, Hikûmeta Lubnanê berpirsê wan êrîşan e ku milîsên Hizbullahê li ser axa wî welatî, li hember Îsraîlê pêk tîne.
Hizbullaha Lubnanê ku xwedî milîsên çekdarên bihêz e, nûnertiya pêkhateya şîeyên Lubnanê dike û Hesen Nesrullah serokê wê yê giştî ye û gelek caran jî ragihandiye ku Îran çek û pareyan dide wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin