Balafirên Îsraîlê li Xezayê binkeyên Hemasê bombebaran kir

22 August 2021 12:30 0 dîtin
Balafirên Îsraîlê li Xezayê binkeyên Hemasê bombebaran kir

PeyamaKurd – Piştî aloziya ser sînorê Îsraîl-Filîstînê ku leşkerekî Îsraîlê û 41 Filîstînî birîndar bûn, artêşa Îsraîlê êrîşek li dijî Hemasê li Xeta Xezayê pêk anî.

Hat diyarkirin ku doh 21ê Tebaxê bi sedan hemwelatiyên Filîstînî nêzîkî sînorê Îsraîlê xwepêşandan kirine û hinek madeyên teqemeniyê ber bi hêzên Îsraîlê ve teqandine û Îsraîlê jî daye.

Artêşa Îsraîlê ragihandiye, efserekî wan bi guleyên Filîstîniyan bi tundî birîndar bûye û balafirên şer ên artêşa Îsraîlê jî wekî bersiv bingeyên Hemasê yên Xeta Xazeyê bombebaran kirine.

Herwiha artêşa Îsraîlê daye xuyakirin ku ji bo bersivdana êrîşên Hemasê ew ê hêzeke zêdetir li sînoran bicih bikin.