Îsraîlê binkeyên Hemasê bomberan kir

26 December 2019 12:25 0 dîtin
Îsraîlê binkeyên Hemasê bomberan kir

PeyamaKurd - Balefirên şerî yên Îsraîlê binkeyên Tevgera Berevaniya Îslamiya Filîstînê (Hemas)ê bombebaran kirin.

Îro Pêncşemê (26.12.2019) danê sibehê balefirên şerî yên Îsraîlê, gelek binkeyên Hemasê yên li Xeta Xeza ya Filîstînê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê di beyanameyekî de ragehand, beşek ji binkeyên ku hatine bombebaran kirin serbazgehên Hemasê bûn û ew ji ziyan dîtina her hemwelatiyekî jî ew tevger berpirse.

Ew êrîşa esmanî ya Îsraîlê bo ser Hemasê, piştî ku Hemasê êrîşeke moşekî li bajarê Esqelan a Îsraîlê pêkanî çêbû.

Moşekavêtina Hemasê di dema serdana serokwezîrê demkî yê Îsraîlê Benjamin Netenyahu bo wê navçeyê de pêk hat, ku ji bo bangeşeya helmeta helbijartina partiya xwe çûbû wê navçeyê.