Hewramanî: Li Kurdistanê ti binke û baregehên Îsraîlê tune ne
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî li ser îdia û gotegotên ku li Hewlêrê bi dronên komeke neyasayî baregeha Îsraîlê hatiye hedefgirtin daxuyanî da.
Hewramanî ragihand ku ew nûçe û îdiayên bêbingeh in û li Hewlêr ti baregeheke Îsraîlê bi dronan nehatiye armanckirin.
Hewramanî destnîşan kir, “Li Herêma Kurdistanê ti binke û baregehên Îsraîlê tune ne.”
Herwiha Hewramanî anî ziman ku êrîşa ser Hewlêr ya wan koman êrîşeke ‘tirsonekî û terorê’ ye ku ev nîşaneya nakokiyên navbera wan bi xwe ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin