Hewlêr: Li Kurdistanê baregehên Îsraîlê tine ne

31 August 2019 21:18 0 dîtin
Hewlêr: Li Kurdistanê baregehên Îsraîlê tine ne

PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kuırdistanê li ser mijara ku li payîtexta Kurdistanê, li Hewlêrê baregehên leşkerî yên Îsraîlê hene peyam da û mijarê  derew derxist. Çend roj berê di hinek organên medyayê yên Iraqê de derketibû ku li Hewlêrê baregehên leşkerî yên Îsraîlê hene.

Berdevkê hukumeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku nûçeyên di medyayê de derketine, bi rastiyê re ti têkliya wan tine ye. Cotyar Adil weha got:

“Berya her tiştî em weka hukumeta herêma Kurdistanê, van nûçeyên ku nerastin, em wan red dikin. Nûçeyên ku behsa wan tênkirin, tenha propagandeyeka siyasiye. Hinek kes dixwazin rastiyan veşêrin û bi van nûçeyan ser berjewendiyên xwe yên taybet bigrin.