Nêçîrvan Barzanî: Li Herêma Kurdistanê ti baregeha Îsraîlê tine

14 March 2022 23:14 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Li Herêma Kurdistanê ti baregeha Îsraîlê tine

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşawiya serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî kir û li ser mijara êrîşên moşekî yên Îranê ragihand ku li Herêma Kurdistanê ti baregeha Îsraîlê tine, gotinên tên gotin bê bingehin û tenê hêcetin.

Di civîna Barzanî, Kazimî û wezîrên Iraqê de, li ser mijarên siyasî û ewlehiya Iraqê û li ser fuzeyên ku artêşa Îranê avêt ser Hewlêrê axifîn. Her dû alî ragihand ku ev êrîş îhlala hukumraniya Iraqê ye û êrîş ewlehî, îstîqrar û hûzûra Iraqê bi temamî xistiye talûkê.

Kazimî ragihand ku êrîş bûye sedema endîşeyekî mezin, ji bo destekê bidin Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê û hêvî dikin ku pirsgirêkan bi xweşî çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku li Herêma Kurdistanê baregehên Îsraîlê tinene û gotinên weha bê binyatin. Ji ber seredana serokwezîr Kazimî sipasiya Kazimî kir û got ku Herêma Kurdistanê her wext faktora îstîqrarê ye û wê wisa bimîne.

Barzanî ragihand ku ew girîngiyê didin Iraq û welatên cîran, wê heyetekî ji hukumeta Bexda û Herêma Kurdistanê bê avakirin û hemfikir mane ku encamnameya bûyerê bi raya giştî re parvekin.