Dadgeha Amerîkayê 879 milyon dolar ceza da Îranê
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Amerîka, rejîma Îranê bi dayîna 879 milyon dolaran a qerebûkirinê mehkûm kir.
Dadgeha Federal a Amerîka li ser êrîşa terorîstî ya sala 1996an di birca Elxuber a Erebistanê de, rejîma Îranê mehkûmî qerebûkirina malî kir. Li gorî biryara dadgehê rejîma Îranê dibe 879 milyon dolaran pere wekî qerebû û cirm bide malbatên wan Amerîkayiyan ku di wê êrîşa terorîstî de hatine kuştin.
Dadgeha Federal, Supaya Pasdarên Îranê, wekî berpirsiyarê wê êrîşa terorîstî dizane.
Dadwerê Dadgeha Ferderal, Adora Zawer ragihandiye ku dezgeha Dadweriya Amerîka, xweşmêriya hêzên esmanî û malbatên wan ji bîra xwe nabe û standina mafên wan malbatên ku kesên xwe di wê êrîşê de ji dest dane bo xwe bi şanazî dizane.
Bi vê biryara dadgeh re divê Supaya pasdaran û Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê ji bo 14 birîndar û malbatên 21 kesên hatine kuştin, tezmînatê bide.
Di wê êrîşê de, 19 sezbazên hêzên esmanî yên Amerîkayê can dabûn û zêdetirî 400 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin