Dadgeha Destûra Tirkiyê destdanîna ser alîkariya xezînê ya ji bo HDP ê red kir

19 June 2023 23:01 0 dîtin
Dadgeha Destûra Tirkiyê destdanîna ser alîkariya xezînê ya ji bo HDP ê red kir

PeyamaKurd – Serdozgeriya dadgeha Yargitayê ya daxwaz kiribû ku ji ber HDP tevlî hilbijartina 14 ê gulanê nebûbû, desteka ku xezîna Tirkiyê dide her partiyê û her weha dide HDP ê jî bloke bike an ku bibire, daxwaza wê ji aliyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê de hat redkirin.

Di biryarê de hat gotin ku ne hewceye di mijarê de biryarê bidin û sedema biryarê hat ravekirin. Biryar di 19ê Hezîrana 2023an de bi yek dengî hat dayîn. Wê perê xezînê yê ku dewlet dide HDP ê dewam bike û nê birin.