Dadgeha Îranê ciwanekî Kurd bidarve kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ciwanê Kurd ê ji bajarê Hêrsîn a parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê hate bidarvekirin.
Li gorî nûçeya Kurdpayê girtiye Muzteba Keremî yê temen 28 salî ku 3 sal û nîv in li girtîgeha Adilabat a Şîrazê bû û bi tohmeta madeyên hişber hatibû sizadan, hatiye îdamkirin.
Hate diyarkirin ku cenazeyê Keremî îro Sêşemê bi bajarê Hêrsênê bi xakê hatiye spartin ku hê jî îdamkirina wî ji aliyê saziyên fermî ve nehatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin