Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir

21 February 2025 14:57 0 dîtin
Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şahîn Mehdewî yê ku du roj berî niha xistibûn hicreya yekkesî, ji aliyê rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin. 

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê roja Pêncşemiyê 20ê Sibata 2025an, cezayê bidarvekirina Şahîn Mehdewî (29) li girtîgeha navendî ya Mehabadê pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku nûçeya bidarvekirina vî xortê Kurd di medyaya rejîmê de nehatiye belavkirin. 

Her weha nehat zanîn bê ka ev xortê Kurd bi çi tohmetê hatiye bidarvekirin.