Rejîma Îranê li girtîgeha Îlamê ciwanekî Kurd darve kir

17 May 2021 15:04 0 dîtin
Rejîma Îranê li girtîgeha Îlamê ciwanekî Kurd darve kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 16ê Gulanê ciwanekî Kurd bi navê Cemal Mihemedî ku ji parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.

Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, eşkere kiriye ku doh ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê hatiye bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku Cemal Mihemedî berî du salan ji aliyê dadgeha bajarê Îlamê ve bi hinceta tawana kuştina fermandarekî supayê pasdaran hatibû girtin û cezayê darvekirinê li ser wî hatibû sepandin.