Hêzên rejîma Îranê li Kirmasanê ciwanekî Kurd li ber çavê dayika wî kust
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd kuştin.
Li gorî zanyariyan ciwanê bi navê Mihemmed Ehmedî Metîn, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.
Hat zanîn ku Mihemmed Ehmedî Metîn, li meydana Şoheda ya bajarê Kirmaşanê, di dema terafîkê de di navbera wî û wezîfedarên hêza terafîkê yên rejîmê de, dijberiya devkî çêbûye û piştre wezîfedarên terafîkê heta ew gihiştiye mala xwe dane pey şopa.
Çavkaniyan diyar kiriye ku Wezîfedarên Hêza Terafîkê yên rejîmê, Mihemmed Ehmedî Metîn li pêş deriyê mala wî û li ber çavên dayîka wî bi guleyê kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin