Dadgeha Îranê 11 kesan bi kustina endamekî Besîcê tawanbar dike

13 November 2022 17:38 0 dîtin
Dadgeha Îranê 11 kesan bi kustina endamekî Besîcê tawanbar dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha Îranê, 11 xwepêşanderan bi kuştina kesekî endamê Besîcê yê ji hêzên ewlekariya Îranê tawanbar dike û dixwaze wan siza bike.

Di demeke ku protestoyên dijî rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê du meh in bênavber berdewam dikin de, dadgeha Îranê xwepêşanderên hatine desteserkirin bi hincetên cuda dixwaze ceza bike.

 Bi hezaran welatiyên ji ber protestoyan hatine girtin, bi tawanên cuda têne tohmetbarkirin û ji bo hin kesan sizayê îdamê jî tê xwestin.

Herî dawî 3yê Mijdarê di çilrojiya jina bi navê Hadîs Necefî ya li bajarê Kerecê de, tê gotin ku endamekî Besîcê hatiye kuştin û 10 polîs jî birîndar bûne.

Dadgeha Îranê bi tohmeta kuştina wî endamê Besîcê 11 xwepêşanderan tawanbar dike ku doznameya wan ji aliyê Serdozgeriya Kerecê ve hatiye amadekirin.