Dadgeha Îranê 10 kesên li dijî kustina kolberan derketibûn bi girtin, qamçî û pere ceza kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek çalakvanên li dijî kuştina kolberan nerazîbûn nîşan dabûn, bi girtin, lêdan û pere hatin mehkûmkirin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, dadgeha bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê îro 23yê Tîrmehê 10 çalakvanên kurd yên ku sala 2017an li dijî kuştina kolberan nerazîbûn nîşan dabûn, siza kir.
Hat diyarkirin ku dadgehê sizayê girtin, lêdana qamçiyan û dayîna pere daye wan kesan û sizayê wan jî; Bi giştî 30 meh girtin, 250 qamçî û 250 milyon tûmenê Îranê ye.
Hengawê herwiha navê wan kesên hatine sizadan jî eşkere kir:
Muhsin Qadirî, Serdar Emînpûr, Yasîn Osmanî, Berzan Rehîmî, Azad Mehmûdzade, Şehram Salihî, Akam Ehmedî, Izet Ehmedî, Mehdî Erxewanî, Rêbwar Salihî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin