Dadgeha Îranê rojnamevana ku bi bavê Jîna re hevpeyvîn kiribû ceza kir
PeyamaKurd - Rojnamevan Nazîla Merufyan ku piştî kuştina Jîna Emînî bi bavê Jîna re hevpeyvîn kiribû û hatibû girtin, bêyî dadgehkirinê hat mehkûmkirin.
Nazîla 30ê Mijdara 2022yan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û hat zanîn ku dadgehê bêyî darizandê bike 2 sal ceza li rojnamevan Nazîla biriye.
Herwiha dadgehê ji bilî cezayê girtîgehê, cezayê 15 milyon tumenê Îranê jî lê biriye û qedexeya derketina derve ji bo 5 salan li ser sepandiye.
Nazîla Merufyan xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin