Dadgeha Tirkiyê bersiv da serlêdana parêzerên Demirtas: Bila dîsa bê girtin!

20 September 2019 17:58 0 dîtin
Dadgeha Tirkiyê bersiv da serlêdana parêzerên Demirtas: Bila dîsa bê girtin!

PeyamaKurd – Parêzerên Selahattîn Demirtaş piştî biryara tehliyekirina wî bo doza giştî ya li ser hatiye vekirin, serî li dadgehê dabû ku ji girtîgehê were berdan.

Îro Dadgeha Cezayê Giran a 26an bi biryarekê bersiva serlêdana parêzeran a bo serbestberdana Demirtaş bi şertê kontrola edlî da û xwest doza Demirtaş a derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê (bûyerên Kobaniyê) de ji nû ve lêpirsîn were destpêkirin û Demirtaş jî bê girtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber binpêkirina mafên hiqûqî û siyasî biryar dabû ku Tirkiye Demirtaş berde, lê li şûna bê berdan dozek ji doseyaya wî hatibû cudakirin û 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

18ê Îlona 2019an jî Daîreya Mezin a DMMEyê danişînek taybet bo doza Demirtaş li dar xistibû û parêzerên Demirtaş jî li wir parastin kiribûn ku hîn biryar jê derneketiye.

Parlamentarê CHPê Sezgîn Tanrikulu li ser vê biryara dadgehê got ku ji bo rê li ber biryara tehliyekirina Demirtaş bê girtin, biryareke wiha hatiye derxistin ku ji heman dozê dîsa were darizandin û neyê berdan.

 

#SelahattinDemirtaş ile ilgili önemli gelişme:
26. ACM mahsup kararı verdi.
Bugün denetimli serbestlik başvurusu yapıldı.
Olası tahliyesini engellemek için Ankara Savcılığı Demirtaş’ın yargılandığı davayla aynı konudan ayrı bir soruşturma başlatıp tutuklamaya sevkini istedi.

— Sezgin Tanrıkulu (@MSTanrikulu) September 20, 2019