Tîma Biden bersiva serlêdana dadgeha bilind û daxwaza Trump rawestandina hejmartina dengan da
PeyamaKurd – Encamên dengdana hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ber bi xeleka dawî ve diçin û Donald Trump beriya encam bi temamî eşkere bibin dabû xuyakirin ku ew bi ser ketiye û ji bo dengên mayî neyên hejmartin jî ew serlêdana dadgeha bilind dikin. Heta niha li gorî encamên nefermî 238 delege Biden û 213 delegeyên eyaletan jî Trump standine, lê hejmartina dengan li hin eyaletan didome. Li gorî sîstema hilbijartinên Amerîkayê namzedê ku 270 delegeyan werbigire dibe serok.
Li ser helwesta Trump, tîma yasayî ya Joe Biden ku namzedê Demokratan ê serokatiya Amerîkayê ye ragihand ku heger rê li ber hejmartina dengên mayî bike ew amade ne li Dadgeha Bilind rûbirûyê Trump bibin.
Tîma hilbijartinê ya Joe Biden bi daxuyaniyeke lezgîn bersiv da tometên Serokê Amerîka Donald Trump ku gotibû, “Ji bo pêşî li sextekariyê bigirin, em ê biçin Dadgeha Bilind.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heger Serokomar gefa xwe dewam bike û ji bo pêşî li jimartina hemû dengan bigire biçe dadgehê. Tîmeke me ya yasayî heye û amade ye ji bo pêşî li vê pêngavê bigire. Bêguman ewê pêşî li vê yekê jî bigire."
Tîma Joe Biden diyer kir, "Hewldanên Trump ên ji bo rawestandina jimartina dengan, berî niha di dîroka Amerîkayê de nebûye û cihê şermezariyê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin