Dadgeheke tirk 9 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da hevsaredarê hilbijartî yê Amedê Mizrakli
PeyamaKurd - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê hilbijartî, Selçuk Mizrakli ku ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû erkdarkirin, bi 9 sal û 4 meh û 15 rojên girtîgehê hat sizadan.
Hevaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê hilbijartî Adnan Selçuk Mizrakli ku ji ber îtîrafkariya Hicran Berna Ayverdî ev 140 roj bûn hatibû desteserkirin, li 9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê danişîna doza wî birêve çû.
Selçuk Mizrakli, beşdarî danişînê nebû. Dozger ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Mizrakli re dixwest.
Parêzerên hevşaredarê hilbijartî Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emin Aktar, Cihand Aydin û Muhsin Bilal piştî parastina wî kirin, lijneya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi 9 sal û 4 meh û 15 rojên girtîgehê hat sizadan.
Dadgeha Amedê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli birî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin