Dadmendiya Amerîkayê fermana desteserkirina barê 4 kestiyên Îranê da
PeyamaKurd Dadmendiya Amerîkayê, fermana desteserkirina barê 4 keştiyên Îranê ku petrol vedughastin Venezuelayê da. Ev yek, piştî ku wezareta Dadê ya Amerîka, li dadgeheke federal doz vekiribû, pêk hat.
Li gorî wezareta Dadê ya Amerîkayê, dahatên vê operasyonê, dikevin hesabê Pasdarên Îranê û ji ber vê yekê wan doz vekiriye. Wezaretê eşkere kir ku Dadmendiya Amerîkayê, fermana desteserkirina bêhtirî milyonek û 100 hezar bermîlên petrolê, ku di 4 keştiyên Îranê de ber bi Venezuelayê ve diçûn, da.
Lê Dadmendiyê, mekanîzmaya desteserkirinê diyar nekir. Gulana borî, tevî cezayên Amerîkî yên li ser Îran û Venezuelayê, 4 keştiyên petrolê yên Îranê, gihiştin bendergehên Venezuelayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin