Daraza Îranê cîgirê wezîrê karên hundir yê berê Mustafa Taczade xist zîndanê
PeyamaKurd - Daraza Îranê cîgirê wezîrê karên hundir yê berê Mustafa Taczade ku bi nasnama reformîstiyê tê naskirin xist zîndanê. Sedema xistina zîndanê jî bi sedema ku ‘li dijî ewlehiya netewî kiryaran kiriye’ û ‘di raya giştî de agahiyên derew belav kiriye’ nîşan da. Ragihandin ji aliyê ajansa nîv-fermî ya Îranê Mehr de hat kirin.
Mustafa Taczade di dema serokkomarê berê Muhammed Hatemî de, cîgirê wezîrê karên hundir û şêwirmendê serokkomar bû. Di hilbijartina serokomariya Hezîrana 2021 an de, Taczade seredana namzetiya serokkomariyê kiribû lê ji aliyê Konseya Parastvanê Destûrê de hatibû redkirin.
Taczade, di 25 Nisana 2021 an de di axaftineka xwe de bû bû sedema nerazîbûna hinek terefan ku weha gotibû:
“ Divê artêşa Îranê dagere qişlayên xwe. Wekî din ti rêyekî tineye. Artêşa Îranê bi kiryarên xwe Îranê ji ortê radike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin