Davutoglu: Divê Tirk xwe fêrî Kurdî bikin!
PeyamaKurd - Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) a Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, li ser pirsa rojnamevanên Kurd di bernameyeke xwe ya Stenbolê de got, “Ne tenê ji bo Kurdan, ji xwe Kurd bi zimanê xwe dizanin, divê Tirk jî vî zimanî fêr bibin. Wek zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî zimanekî bingehîn ê vî welatî ye û divê li gor vê yekê kar û xebat bê kirin.”
Ahmet Davutoglu îro 13ê Çile li Stenbolê di hevdîtina rojnamevanan de, li ser pirsa dersa hilbijartî ya Kurdî û tayînkirina mamostayên Kurdî de de, bal kişand ser ku reformên berî niha ji aliyê AK Partiyê ve hatine kirin nayên bicihkirin û got ku dema partiya wî bibe desthilat dê girîngiya pêwîst bidin zimanê Kurdî.
Davutoglu li ser mijara ziman wiha axivî: “Sala borî serokê rêxistina me ya li parêzgeha Wanê ji bo dersa bijarte ya Kurdî bi taybet bangawazî kir û min jî li ser Twîttera xwe got xwezî ez jî bikaribim fêrî zimanê Kurdî bibim. Ne tenê ji bo Kurdan, ji xwe Kurd bi zimanê xwe dizanin, divê Tirk jî vî zimanî fêr bibin. Ji ber ku wek zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî zimanekî bingehîn ê vî welatî ye. AK Partiyê dema ku em jî di nav hikûmetê de bûn ji bo fêrbûna zimanê Kurdî dersa hilbijartî xiste nav sîstema perwerdê û hewla mamostayên Kurdî hat dayîn. Lê mixabin niha wan reforman bi awayekî şiklî birêve dibe. Ji tirsa Bahçelî û Perînçek nikare berdewam bike. Dersa Kurdî di bernameyê de heye lê mamostayên Kurdî nayên tayînkirin. Beşa li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat girtin. Dema em bibin desthilat em dê zimanê Kurdî wek zimanekî bingehîn qebûl bikin û girîngiya pêwîst pê bidin. Em dersa hilbijartî ya Kurdî zêdetir bicih bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin