Davutoglu: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

13 September 2021 21:01 0 dîtin
Davutoglu: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û serokwezîrê berê ji AKPê Ahmet Davutoglu di salvegera darbeya 12ê Îlonê de serdana Diyarbekirê kir.

Davutoglu civîneke rojnamevanî derbarê serdana xwe de li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsekê diyar kir, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê pêşiya wê bê vekirin.

Davutoglu li ser pirsa Kurd got ku pêwîste ew vê pirsê çareser bikin, bernameya wan a çareserkirina pirsa Kurd ji 3 qonaxan pêk tê û diyar kir, jiholêrakirina tirsê ji ser Tirkiyê, avakirina demokrasiyê û li tevahiya Tirkiyê pêkanîna demokrasiyeke firehgir e ku azadiya medyayê, derbirinê û akademîk li xwe digire.

Ahmet Davutoglu derbarê mafê zimanê dayikê yê Kurdî jî diyar kir, divê astengiyên pêşiya Kurdî bên rakirin û ji bo Kurdî wekî zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê pêşiya wê bê vekirin.

Davutoglu piştî bernameya xwe ya Diyarbekirê ya serdana esnafan, herwiha serdana malbatên li dijî PKKê li ber avahiya HDPê nobetê digirin jî kir.