DEM Partî: Divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî

11 February 2024 19:32 0 dîtin
DEM Partî: Divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî

PeyamaKurd - Hevserokên Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) bi daxuyaniyekê gringiya ziman destnîşan kirin û xwestin ku zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku bi Kurdî hate dayîn de Hevserokên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar daxwazên DEM Partiyê yên di derbarê zimanê Kurdî de nirxandinan kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Kurdî ji bo gelek zimanên din bûye jêdera sereke"

Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Wek nirxekî mirovahiyê yê bingehîn di herka dîrokê de ji bo gelek zimanên din bûye jêdera sereke. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Xîm û sîwana yekîtiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê kurdî kurd û Kurdistan jî nabe.

Ji ber van rastiyan e ku bi sedan sal e hêzên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê ji holê rakin hewl didin zimanê kurdî bi riya tunehesibandin, pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û rêbazên cur bi cur ji holê rakin. Lê belê hem ji ber qedîmbûna zimanê kurdî, hem jî ji ber xwedîlêderketina gelê kurd zimanê kurdî heta îro hatiye. Bi taybetî di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan de hişmendî, hewldan û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir bûne.

"Mafê zimanên din çi bin ên Kurdî jî ew in"

Bêguman ligel vê rastiyê rastiyeke din jî heye ku di roja me de jî bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin. Sekna me ya Partiya DEMê ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi awayekî zelal diyar e. Zimanê kurdî wek ingilîzî, elmanî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê kurdî jî ew in.

Ji ber vê yekê:

Em Partiya DEM wek vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e. Li ser vê bingehê em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin. Divê ji pêşdibistanan heta zanîngehan li her qadên fermî û civakî zimanê kurdî serbest û azad be. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin.

Helbet ji bo pêkhatina van daxwazên gelê kurd ên herî mirovîn û xwebûnî divê di serî de gelê kurd, hemû derdorên azadîxwaz, şoreşger, demokrat û mirovahîparêz, hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistinên civakî, tevgerên ciwan û jinan ên civakî, hemû siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr her kêliyê û li her qadê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi rengekî herî şênber bilindtir û xurtir bikin; bi xebat û çalakiyên afirîner ên cur bi her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî; kurdî hîn bibin, hîn bikin û bidin hînkirin.KurdîDe

ZIMANÊ KURDÎ HEBÛN Û XWEBÛNA GELÊ KURD E!

JI BO ZIMANÊ KURDÎ HER DEM TÊKOŞÎN, LI HER DERÊ TÊKOŞÎN!

DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!"