Tora Ziman û Çanda Kurdî: Divê sala 2020an bibe sala Baba Tahir û seferberîya ji bo kurdî
PeyamaKurd - Îro li Amedê Encamnameya Komcivîna Tora Ziman û Çanda Kurdî ku ji pêr ve bo du rojan li heman bajarî hatibû lidarxistin, hat xwendin û biryar hat dan ku sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberîya ji bo kurdî û gavên şênber bên avêtin.
Îro Duşemê 13ê çileya 2020 li bajarê Amedê, Komcivîna Tora Ziman û Çanda Kurdî konferanseke rojnamevanî saz kir û tê de encamnameya komcivînê ji raya giştî re aşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin: “
Polîtîkayên pişaftin û yekdengîyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xetereyên li ser ziman û çanda Kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal û bernameyeka karîger heye.”
Di komcivînê da hate dîyarkirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberîya ji bo kurdî û gavên şênber bên avêtin. Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda kurdî dikin hate girtin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî di 8ê Adarê, 21ê Adarê roja Newrozê û 21ê Sibatê, 15ê Gulan û rojên taybet da biryara pêkanîna xebatên curbicur hate girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin