HUDA PAR: Divê qîmeta zimanê Kurdî bê dayîn
PeyamaKurd- Serkan Ramanli yê HUDA PARî ku di Hilbijartinên Giştî yên Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê de ji lîsteyên AK Partiyê wekî Parlamenterê Êlihê hat hilbijartin, ji Rûdawê re axivî.
Serkan Ramanli di axaftina xwe de bal kişand ser nasameya Kurd û got,
“Sê taybetmendiyên me yên berbiçav hene. Pêşî em dibêjin em ê îman û Îslama xwe biparêzin. Ev sembola hebûna me ye. Gelê me misilman e û divê em li gorî baweriya xwe siyaseta xwe bimeşînin.
Ya duyemîn nasname ye. Belê em Kurd in, lê ne tenê Kurd li Tirkiyeyê dijîn. Tirk, Ereb û Çerkez jî hene, lê divê em wekî Kurd piştgiriya zimanê xwe bikin. Divê em zimanê xwe binirxînin û ji bo pêşvebirina zimanê xwe û dayîna qebûlkirina nasnameya Kurd bixebitin.
Di pêvajoya çareseriyê de hin gav hatin havêtin, lê li gorî me ev têr nakin, têra me nakin. Ji ber vê yekê hin gav hene ku divê bên havêtin. Divê di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de hinek pêşketin çêbibin. Divê perwerdeya bi Kurdî hebe, qîmeta zimanê Kurdî bê dayîn. Kurd jî wekî birayên xwe yên din dîrok û edebiyata xwe ya çandî biparêzin.
“Ev dewlet, ne tenê ya Tirkan e”
Ev dewlet ne tenê ya Tirkan e. Em hemû xwediyê vê dewletê ne. Ne tenê Tirk, li gorî me Kurd, Laz, Ereb, Çerkez û her kesên ku demeke dirêj li van xakan jiyane wekî hev in û xwedî nirx in.
“Pêdiviya gel jî bi xizmetê heye”
Ya sisêyan, divê em li ser xizmetiyê gelek bixebitin. Divê em bawerî û nasnameya xwe biparêzin, lê ji bo pêşketina gel xizmeta vî gelî jî pêwîst e. Em li ser van sê tiştan radiwestin û xebatên me yên li Meclîsê jî dê li gorî van sê xalan çêbibin."
"Em ji naveroka metna sondê ne razî ne"
Şîrovekirina min a metna sondê ya li Meclîsê ne kevn bû, nû bû. Me digot, 'Em ji naveroka sondê têr nabin'. Ne tenê me, gelek siyasetmedaran jî li hemberî vê nivîsê nerazîbûna xwe hanîn zimên, lê em di nav hiqûqê de dijîn. Divê em û siyasetmedarên din jî li gorî vê tevbigerin.
"Em ê sond bixwin û li Meclîsê dest bi wezîfeya xwe bikin"
Hikûmetên curbecur di çarçoveya nêrînên xwe de gelek caran metna sondê guherandine. Em naxwazin zêde behsa vê mijarê bikin. Em dibêjin 'Divê parlamenter li gorî berjewendiyên gel bixebitin û li gorî wê sond bixwin.' Çima gelek kesên xwedî bîr û baweriyên cuda metna sondekê dixwînin ku ji aliyê yek nêrîn û bîrdoziyeke siyasî ve hatiye diyarkirin?
Bi dîtina me, ev ne guncaw e. Ev yek bi Destûra Bingehîn dikare were rastkirin. Heta ku neyê rastkirin em ê jî wekî parlamenterên din sond bixwin û li Meclîsê dest bi erka xwe bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin