Fevzî Bulgan: Divê pirsgirêka zimanê Kurdî bikeve rojeva navnetewî
PeyamaKurd – Koordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan, di beşdarbûneke bernameyeke televîzyonî de, armancên sereke yên HezKurdê eşkere kir û tekez kir, “Divê pirsgirêka zimanê Kurdî bikeve rojeva navnetewî”
Fevzî Bulgan di beşdarbûna bernameyeke Rûdawê de, armancên HezKurdê di bin sê xalan de rêz kirin ku ew jî: “Fermîbûna zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê Kurdî û vegerandina navê gund û bajaran Kurdan.”
Koordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan qala kampanyaya komkirina Îmzeyên ji bo Kurdî jî kir û li ser armanca wê jî got, “muxatabê me di serî de raya giştî ya navnetewî ye ku li ser vê jî bi dewletê re bibin muxatab.”
Li ser pirsa Kurd û Kurdî jî Bulgan da zanîn: “Pêwîst e Pirsa Kurd tenê di nav sînorên Tirkiyê de nemîne û eger em nekin pirseke navdewletî em nikarin serbikevin.”
Kampanyayên din jî ji aliyê rêxistinên cuda ve ji bo zimanê Kurdî hatine destpêkirin û li ser vê yekê jî Bulgan got: “Kî ji bo ziman kar bike, em piştevaniyê lê dikin.”
Li ser girîngiya zimanê Kurdî jî Bulgan diyar dike: “Ziman hebûna miletekî ye. Em nikarin mafê xwe radestî çend siyasetmedaran bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin