Zêbarî: "Kesê bibe serokomarê Iraqê divê xwedî tewr û qaîde be"

27 February 2022 03:33 0 dîtin
Zêbarî: "Kesê bibe serokomarê Iraqê divê xwedî tewr û qaîde be"

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa BasNewsê; endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêbarî li ser ku serokomarê Iraqê Berhem Salih bazirganê maddeyên hişbir efû kir û wî serbest berda, daxwuyanekî da. Zêbarî di ser hesabê xwe yê Facebookê de, daxwuyaniya xwe da û weha got:

“Kesê ku bi biryara dadgehê hatiye zîndanîkirin û Berhem Salih wî efû kiriye û serbest berdaye, nîşan dide ku divê ew kesê li ser kursiyê serokkomariyê rûnê, divê li hember qanûnan saxlem be û tewr û qaîdeyên wî hebin.”

Li gor hinek belgeyên ku hatine belavkirin, Berhem Salih ber bi dawiya wezîfa serokkomariya xwe, efûya bazirganê maddeyên hişbir yê bi navê Cewad Loey Cewad efûya wî tesdîq kiriye û serbest berdaye.

Cewad Loey Cewad kurê parêzgerê berê yê Necefê ye û di sala 2018 an de ji bazirganiya maddeyên hişbir hatibû zîndanîkirin. Tê gotin ku biryara serbest berdana wî bazirganî, di 10.01.2022 an de hatiye dayîn û di heman rojê de ji zîndanê hatiye berdan.