Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

09 May 2018 22:33 0 dîtin
Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

PeyamaKurd - Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu radigihîne, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Karamollaoglu îro bersivê pirsên rojnamevanan da û got perwerdehiya zimanê dayikê mafekî rewa ye û divê neyê qedexekirin. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, zimanê Kurdî bibe zimanê perwedehiyê.

Serokê Partiya Saadetê herwiha banga azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî kir û got, ger tu astengiyek yasayî li beramberî namzetbûna Demîrtaş bo hilbijartinên Serokkomariyê nebe, divê ew were azadkirin. Divê Demîrtaş bikaribe nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike.