Daxuyaniya agirbestê ji Haniye: Em ji hemû destpêsxeriyan re vekirî ne!
PeyamaKurd – Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye got ku ew ji însiyatîfên ku wê di hevdîtinên agirbestê de daxwazên wan pêk bînin re vekirî ne.
Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye di sempozyûma ku ji aliyê Forûma Ramana Stratejîk a li Beyrûta paytexta Lubnanê ve hat organîzekirin de ku senaryoyên şerê ku Îsraîl li Xezzeyê dimeşîne hat nirxandin, derbarê mijarê de daxuyanî da.
Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê bi bîr xist ku Hamasê daxwazên wekî 'rawestandina bi temamî ya êrîşan, vekişîna artêşa Îsraîlê, ji nû ve avakirina Xezzeyê, pevguhertina girtiyan û gihandina alîkariyê ji bo gelê Xezzeyê' hene daxuyaniyên jêrîn dan:
"Ev daxwazên gelê me, hêzên berxwedêr û gelên azad ên ummetê ne. Hamas li ser van daxwazan muzakereyan dimeşîne. Em ji hemû însiyatîfa ku wê van daxwazên hêzên berxwedêr di muzakereyên agirbestê de pêk bînin re vekirî ne. "
Haniye diyar kir ku wan pêşnûmeya agirbestê ya ku di 6ê Gulanê de ji aliyê aliyên Qeter û Misrê ve hatibû pêşkêşkirin pejirand, lê Îsraîl dixwaze di pêşniyara agirbestê de guhertinên ku bandorê li ser esasê daxwazên hêzên berxwedêr bike.
Haniye diyar kir ku stratejiya muzakereyê ya Îsraîlê li ser esasê zexta li ser Hamasê ya li ser asta navneteweyî û herêmî ye da ku nêrîna Îsraîlê qebûl bike û wiha got: "Îsraîl xefikeke siyasî ya ku hin şertan ferz dike datîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin