Daxuyaniya Amerîkayê li ser petrola Kerkûkê

16 November 2018 22:08 0 dîtin
Daxuyaniya Amerîkayê li ser petrola Kerkûkê

PeyamaKurd –  Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk ragihand, ku cardin îxracata petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê tê kirin, pêşveçûneke girîng e.

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxandinek derbarê pertola Kerkûkê de kir. McGurk diyar kir ku piştî salekê hinardekirina petrola Kerkûkê ku cardin bi rêya Tirkiyê tê kirin pêşveçûneke girîng e.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandibû ku  rojane nêzîkî 50 heta 100 hezar bermîl petrola Kerkûkê bo lîmana Ceyhanê tê hinardekirin.