Daxuyaniya giring a Amerîkayê li ser hinartina petrola Kurdistanê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir, Amerîka piştgiriya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel do Duşemê di konferanseke rojnamevanî de li ser girîngiya derbaskirina projeyasaya budçeya Iraqê da zanîn, ew di pêwendiya berdewam de, ne ligel aliyan û derbaskirina budçeyê sedemeke sereke ye ji bo xweşguzeraniya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Vedant Patel eşkere kir, derbaskirina budçeyê wê bibe sedema rakêşana veberhênana Amerîkî û biyanî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.
Weke tê zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.
Herwiha piştî çareserkirina kêşeyên teknîkî yên navbera tîmên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Kompaniya Somo, ji bo destpêkirina proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê bi fermî nivîsek arasteyî Tirkiyê kiriye, lê belê heta niha li benda bersiva aliyê Tirkiyê ne û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin