Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser ceza û qedexekirina Îmamoglû!

15 December 2022 12:31 0 dîtin
Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser ceza û qedexekirina Îmamoglû!

PeyamaKurd Rêveberiya Amerîkayê bertek nîşanî biryara derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de da.

Ofîsa Serokomarê Amerîkayê Bîden diyar kir, 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Îmamoglu hatiye birîn û wiha got: "Ev cezayê neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye."

Amerîka, "nerehetiyek û bêhêvîbûneke kûr" dijî!

Ofîsa Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî ya li Îmamoglû bi îdiaya “heqaret li endamên YSKê kiriye” de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev gotin hatin gotin:

“Îro bi hinceta ‘heqareta li ser azadiya ramanê’ kiriye, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin û ji ber wê, wî nerehetî û bêhêvîbûnek kûr jiyaye.

Ev cezaya neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye. Em ji ber berdewamiya tawanbarkirin û dirêjkirina girtina berpirsên civaka sivîl, medya, siyasî û karsazan li Tirkiyê bi fikar in.

Azadiya derbirînê, mafê kombûn û rêxistinbûna aştiyane bingeha demokrasiyeke saxlem e. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê li van azadiyên bingehîn bigire û vê dozê bi lez û bez çareser bike."