Daxuyaniya DYAyê ya li ser Kampa Roj û Holê

20 July 2024 09:47 0 dîtin
Daxuyaniya DYAyê ya li ser Kampa Roj û Holê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ji destpêka îsal ve 228 welatiyên kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê lê dimînin, şandine welatên wan. Hat destnîşankirin ku ji bo pirsgirêkên ewlekariyê yên di bin kontrola Rojava û HSDê de tekane çareseriya demdirêj vegera welatiyên ji her du kampan e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji destpêka îsal ve heta niha 228 welatiyên ku 121 ji wan xelkê Kirgizistanê ne, ji kampên Hol û Roj ên Rojava bo welatên xwe hatine şandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê pesna Hikûmeta Kirgizîstanê da ji ber hewldanên wê yên berdewam ji bo vegerandina welatiyên xwe ji her du kampên Rojava û diyar kir ku hikûmetê ji destpêka sala 2023an ve 6 caran û ji destpêka îsal ve jî du caran welatiyên xwe vegerandine.

Wezareta Karên Derve ya Kirgizîstanê îro Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 22 welatiyên Qirqîz ku 8 ji wan jin û 14 zarok in ji kampên xwe yên li Rojava paşde girtin.

Wezareta Karên Derve ya Kirgizîstanê ragihand ku di operasyonê de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî alîkarî kirine.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku nêzîkî 27 hezar kes ji zêdetirî 60 welatan di kampên Hol û Roj de ne û piraniya wan zarokên ji 12 salî mezintir in.

Li gorî Wezareta Dewletên Yekbûyî, mafê zarokan heye ku li derveyî "şert û mercên giran ên kampan" bijîn.