Ji HSD û Asayîsê daxuyaniya operasyona Kampa Holê
PeyamaKurd - Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona ku îro li kampa Holê hatiye destpêkirin daxuyanî dan.
Berdevkê Fermî yê HSDê Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniya hevbeş da hat ragihandin: “Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk û di nav de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li kampa Holê ji bo tunekirina bandora DAIŞê, bi navê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" hemleyê dide destpêkirin. Em teqez dikin ku em ê di hemleyê de hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sivîlan bigirin. Ev hemle li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê yên li kampê ye, bi vê hemleyê em hewl didin kampê û şêniyên wê ji belaya DAIŞê rizgar bikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin,“Kampa Holê demeke dirêj e ku xetereyek cidî li ser herêmê û cîhanê çêdike. Li kampê zêdetirî 60 hezar kes dimîne û hejmareke mezin ji wan zarok in. Ew alîgir an jî endamên rêxistina DAIŞê ne yan jî endamên malbatên wan in, ku ji xwe re rêveberiyeke taybet ava kirin û bi wê yekê hewl didin rêxistina DAIŞê biparêzin û di dema guncaw de vejînin. Wan tîmên El-Hesbê (polîsên DAIŞê) û dadgehên rewa yên taybet bi xwe ava kirin. Herwiha ew li kampê materyalên DAIŞê fêrî zarokan dikin. Bi wê yekê gefa afirandina nifşekî nû yê terorîstan ku dê li ser tevahî cîhanê xetere bin, tê xwarin. Pêwîst e ew zarok ji wê çarenûsê bên rizgarkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotn, “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêdiviyên şêniyên kampê li gorî dereftên xwe peyda dike, rêxistinên alîkariyan ên navneteweyî alîkariyê didin. Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehiyê li kampê misoger dike. Lê belê Kampa Holê veguheriye navendeke rêxistina DAIŞê ku tê de hemû rengên terorê tên pêkanîn. Sivîlên li wir hema bêje rojane rastî kuştin û hedefgirtinê tên. Ew yek xeteriya li ser ewlehî û silametiya kesên lê dimînin zêde dike. DAIŞê tenê îsal 47 kes di hundir kampê de kuştin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin