Daxuyaniya PDKê: Em amadene bi YNKê re bicivin!

19 January 2023 13:00 0 dîtin
Daxuyaniya PDKê: Em amadene bi YNKê re bicivin!

PeyamaKurd –   Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ew amade ne bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan li hev bikin.

Mekteba Siyasî ya PDKê îro bi serokatiya Mesûd Barzanî civînek li dar xist.

Piştî vê hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî ya PDKê hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Partiya me tekezî li ser wê yekê kir, ku divê pirsgirêk û aloziyên pêwendiyên me yên ligel YNKê li gorî prensîb û xalên rêkeftina siyasî û îdarî ya di navbera her du aliyan de bên çareserkirin."

Daxuyaniya navborî wiha berdewam kir:

“Partiya me ji bo parastina kerameta Herêma Kurdistanê û ewlekariya hevwelatiyên wê, ji bo parastina destkeftên gelê me bi xwîn, têkoşîn û hesta berpirsyariyê û têkoşîna bêwestan a bi dehan salan ji bo maf û armancên xwe yên rewa, pirsgirêkan rast çareser kiriye, her tim hevdîtin û diyalogê li ber çavan digire. Herwiha hewl daye ku di warê têgihîştina etnîkî, olî û siyasî ya jiyana bi hev re û baweriya bi parastina mafên mirovan de pirên pêwendî, hevkarî û baweriyê ava bike.

Bi vê mebestê me ragihand, bi zindî hiştina vê bawerî û têgihiştinê, wê rûpelek nû di têkiliyên bi yekrêziya gelê Kurd re li hember zehmetî û pirsgirêkan û biryara Partiya me di Kongreya 14. de were vekirin. Lewma weke berê me eşkere kir, divê danûstandinên dualî ligel YNKê destpê bikin û bi şîrove û nameyên medyayî pirsgirêk çareser nabin. Li şûna wê, em dikarin hemû nêrîn û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin da ku bi hevdîtinên dualî bi awayekî siyasî û sivîl çareseriyekê bibînin. Em jî wek Partiya Demokrata Kurdistanê amade ne gotûbêj û çareserkirina pirsgirêkan bikin. Em vê yekê weke rêyeke rast û nûjen ji bo destpêkirina guftûgo û danûstandina nêrînan li gel YNK û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dibînin.

Her weke ku di madeya çarem a rêkeftina siyasî ya YNK û PDKê de hatiye, divê her du alî di her warî de piştevaniya rêveberiya Herêma Kurdistanê bikin, lê mixabin ne tenê piştevaniya hikûmetê nekirine, belku gelek astengî jî çêbûn. Niha jî hewl tê dayîn ku kêşeyan weke serokwezîr bi xwe ji welatiyên Kurdistanê re bên nîşandan. Bi vê wesîleyê em radigihînin, em li dijî şexsîkirina pirsgirêkan in û em van hewldanan red dikin. Serokwezîr li gor made û bendên rêkeftina siyasî û îdarî û bernameya kabîneya nehemîn tevdigere. Armanca van însiyatîfan astengkirina reform û şefafiyetê ye. Ji ber vê yekê em radigihînin, ev reftar dûrketina ji rêkeftina siyasî û îdarî ye ku bi razîbûna her du aliyan û bernameya kabîneya nehemîn hatiye çêkirin û îmzekirin.

Di civînên hevbeş ên ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hilbijartinan û di civînên ku nûnerê Netewên Yekgirtî tê de beşdar bû de, me gelek xebat kir, me proje amade kir û pêşkêş kir. Mixabin me bijardeya dirêjkirina sala yasayî ya parlamentoyê ji bo parastina herêmê pejirand. Pêwîst e di zûtirîn demê de mekteba siyasî civîna asayî ya Parlementoya Kurdistanê pêk bîne û ev pêngav werin avêtin:

Bi çareserkirina kêşeya çar deveran, divê guhertina yasaya hilbijartinan bê kirin û tomarên bîyometrî yên hilbijartinên dawî yên Iraqê bên bikaranîn.

Divê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê bi dengdana guhertinên di qanûna hilbijartinê de bê aktîfkirin û valahiya komîsyonê bê dagirtin.

Em daxwaz ji hikûmeta herêmê dikin ku pêwîstiyên îdarî û budceya pêwîst ji bo hilbijartinên îsal dabîn bike.

Em daxwazê ​​ji Serokê Herêma Kurdistanê dikin, li gor rêkarên yasayî roja hilbijartinê diyar bike.

Herwiha em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku di dema yasayî de piştgiriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di sala 2023an de bikin.

Weke Partiya Demokrata Kurdistanê derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, em li gel wê yekê ne ku li gorî made û bendên destûrê di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de peywendiyên rast û asayî bên danîn."