Pistî daxuyaniya PDKê YNKê jî serê medyayî da sekinandin

03 June 2019 19:50 0 dîtin
Pistî daxuyaniya PDKê YNKê jî serê medyayî da sekinandin

PeyamaKurd - Piştî PDKê ku bi fermana Serok Mesûd Barzanî şerê medyayê yê li hember YNKê da sekinandin, YNKê jî êrîşa medyayî ya li dijî PDKê da sekinandin.

Polîtburoya YNKê daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê got, ew ji ber hestiyariya pêvajoyê û ji ber xatirê cejna Remezanê şer û êrîşên medyayî li dijî PDKê didin sekinandin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihandibû, “Ji bo berjewendiya giştî û bi biryara Serok Barzanî, ji bo xizmeta prosêya siyasî û herêma Kurdistanê, bo nehiştina dilgiraniya welatiyan û bi hatina Cejna Remezanê, dê hemû cûre gotar û nivîsên tûnd, ku jê re tê gotin, êrîşên ragihandinê, li tevayiya damûdezgehên Partî bi şêweyek yekalî dê werin ragirtin.”