Daxuyaniya Qeterê li ser Amerîka û Afganan

26 August 2023 10:01 0 dîtin
Daxuyaniya Qeterê li ser Amerîka û Afganan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed Bin Abdurrahman Al-Shani got, piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganîstanê, ji bo Afganiyan nexşerêyeke zelal nayê diyarkirin.

Bin Abdurrahman di bernameya ku beşdarî Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (IISS) a li Sîngapurê bû de daxuyanî da.

Bin Abdurrahman diyar kir, welatê wî bi Talîban û Amerîkayê re di nava têkiliyê de ye û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku nelihevkirina bi Talîbanê re wê li Afganîstanê valahiyek û kaosek mezintir çêbike. Mixabin, nexşerêyek zelal ji bo Afganan piştî vekişîna Amerîkayê nehat destnîşankirin."

Wî herwiha da zanîn, welatê wî piştgiriya rêkeftina di navbera Îran û Erebistana Siûdî de dike û di wê baweriyê de ye ku wê aloziyên navçê kêm bibin.