Daxwaza dorpêçê bo ser Îlham Aliyev û jina wî Mîhrîban Alîyeva qebûl kir

18 November 2020 00:59 0 dîtin
Daxwaza dorpêçê bo ser Îlham Aliyev û jina wî Mîhrîban Alîyeva qebûl kir

PeyamaKurd - Parlementoya Hollandayê daxwaza dorpêça ser serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û jina wî Mîhrîban Aliyeva qebûl kir. Parlemento daxwaznameya ku ji aliyê Partiya Demokrat a Xirîstînan û Yekîtiya Xîrîstiyan de hat amadekirin qebûl kir ku sedema wê Îlham Aliyev û cîgira wî û hem jina wî Mîhrîban Aliyeva li Qerebaxê sûcê şer kirine û divê ji aliyê Yekîtiya Awrûpayê de dorpêçê deynin ser wan û wan ceza bikin.

Wezîrê karên derve yê Hollandayê Stef Blok, li dijî daxwazê derket û got ku rêza daxwazê rast nîne. Divê li Qerebaxê lêpirsîn bêkirin û eger sûcekî mirovî hatibe kirin, paşî mijara dorpêçan bê axaftin. Lê piştî piraniya dengan daxwazê qebûl kiriye wê mijar here Parlementoya Awrûpayê.