Îlham Aliyev endamtiya Azerbaycanê ya D-8 pejirand

16 March 2025 17:40 0 dîtin
Îlham Aliyev endamtiya Azerbaycanê ya D-8 pejirand

PeyamaKurd – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev endamtiya welatê xwe di Rêxistina Heşt Welatên Pêşketî (D-8) de piştrast kir.

Azerbaycan bi fermî bû endamê Rêxistina Heşt Welatên Pêşketî (D-8). Li gor daxuyaniya Serokatiya Azerbaycanê, Serokomar Îlham Aliyev biryarnameya endamtiya welatê xwe ya di Rêxistina D-8an da îmze kir.

Di 11emîn Civîna Bilind a Rêxistina D-8an a ku di 19ê Kanûna 2024an de li paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin de pêvajoya endamtiyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

Rêxistina D-8

Heşt Welatên Pêşketî (D-8) wek rêxistineke navneteweyî derket holê ku di 15ê Hezîrana 1997an de di bin serokatiya Tirkiyeyê de hat avakirin û bi armanca zêdekirina hevkariyê di navbera welatên bipêşketî de hat avakirin. D-8 ku Tirkiye, Pakistan, Bangladeş, Îran, Endonezya, Misir, Malezya û Nîjerya endamên wê ne, armanc dike ku hevkariya aborî di warên wekî bazirganî, pîşesazî, çandinî, enerjî, veguhestin û tûrîzmê de xurt bike.