Deloitte rapora hilberîna çaryeka 2022yan a petrola Kurdistanê wesand

18 July 2022 21:02 0 dîtin
Deloitte rapora hilberîna çaryeka 2022yan a petrola Kurdistanê wesand

PeyamaKurd – Kompaniya Deloitte a  şêwirmendî û berhevkirina amar û daneyên hilberîn û firotina petrol û gazê li cîhanê, rapora çaryeka 2022yan a hilberîn û firotina petrola Herêma Kurdistanê weşand.

Li gorî rapora Deloitte li Herêma Kurdistanê di nav 3 mehan de, 36,5 bermîl petrol hinardeyî bazara cîhanê hatiye kirin û li kargehên enerjiyê jî 284 hezar û 436 bermîl petrol hatiye firotin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku 34 milyon û 923 hezar û 168 bermîl petrola xam bo kirdaran hatiye firotin û her bermîlek nirxê wê 86,730 dolar bûye.

Herwiha li gorî raporê di nav 3 mehan de bo kampaniyên Tirkiyê yên TEC û TPICê jî bi bedêla deynan bihayê 125 milyon dolaran enerjî hatiye dayîn.

Kompaniya Deloitte, li zêdetirî 150 welatan kar dike û xizmeta birêvebirin, şêwirmendî, mihasebe û berhevkirina amaran dide welatan.