Deloitte rapora dahata çaryeka 2023yan a Petrola Kurdistanê eskere kir

13 July 2023 18:17 0 dîtin
Deloitte rapora dahata çaryeka 2023yan a Petrola Kurdistanê eskere kir

PeyamaKurd - Kompaniya Deloitte ku amarên dahata Herêma Kurdistanê dişopîne rapora çaryeka îsal ya berhemanîn, hinardekirin, xercî û firotina petrola Herêma Kurdistanê belav kir.

Li gorî rapore di çaryeka yekem a 2023yan de dahata giştî ya petrolê li Herêma Kurdistanê zêdetirî du milyar û 199 milyon Dolar e.

Kompaniya Deloitte ragihand, hemû berhemên petrola Herêma Kurdistanê di çaryeka yekem a îsal de, 36 milyon û 723 hezar û 475 bermîl petrol bûye, 32 milyon û 307 hezar û 382 bermîl hatine hinardekirin û 4 milyon û 39 hezar û 232 bermîl jî ji bo parzûngehê hatiye terxankirin, herwiha 376 hezar û 861 bermîl jî hatiye firotin.

Di raporê de hatiye eşkere kirin, dahata giştî ya petrolê li Herêma Kurdistanê du milyar û 199 milyon û 684 hezar û 396 Dolar bûye û bihayê bermîleke petrolê jî 67.639 Dolar hatiye hesapkirin. Ji vê rêjeyê dahata petrola navxwe jî 22 milyon û 98 hezar û 456 Dolar bûye.

Deloitte diyar kiriye, xerciya proseya petrolê di çaryeka yekem a îsal de milyarek û 253 milyon û 187 hezar û 254 Dolar bûye û ji vê rêjeyê jî dahata maye ji bo hikûmetê ku ji bo mûçeyên mûçexuran hatiye terxankirin, 946 milyon û 497 hezar û 142 Dolar bûye.

Li ser rapora Deloitte malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku raporên vê kompaniyê di çarçoveya proseya hûrbîniya sektora petrol û gazê li Herêma Kurdistanê û wek beşek ji destpêşxeriya taybet a şefafiyetê di bernameya karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Hat diyarkirin ku Deloitte her çar mehan carekê rapora piştrastkirî ya taybet bi data û zanyariyên nû yên li ser hinardekirin, bikaranîn, xercî û dahatên petrolê belav dike.