Iraq: Dahata nefta 2023yan 8,32 milyar dolar e

03 January 2024 18:18 0 dîtin
Iraq: Dahata nefta 2023yan 8,32 milyar dolar e

Peyama Kurd - Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê, di Kanûna 2023an de ji froştina neftê zêdetirî 8 milyar dolar dahat bidest xistîye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji alîye wezaretê ve hat dayîn de, daneyên Kompanîya Nefta Neteweyî ya Iraqê (SOMO) yên froştina neftê û dahatên wê hatin parvekirin

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di meha Kanûna 2023an de 108 hezar û 56 bermîl neft hatiye hinardekirin û dahata ku hatiye bi destxistin jî 8,32 milyar dolar e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di meha Kanûnê de tevahiya nefta xam a ku ji naverast û başûrê Iraqê hatiye hinardekirin, bi qasî 107,6 milyon bermîl bûye û ji bo Urdinê jî 464,6 hezar bermîl hatiye hinardekirin."

Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Iraqê, tevahiya dahata neftê ya di meha Kanûnê de, ji meha Mijdarê ji sedî 3 kêmtir bûye.