Dahata petrola Iraqê di meha Çileyê de 8 milyar dolar e
PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku di meha borî de bi hinartina 103 milyon û 508 hezar û 438 bermîlên petrolê bo bazarên cîhanê, 8 milyar dolar qazanc hatiye bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Petrolê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku bi giştî 103 milyon û 508 hezar û 438 bermîl petrol hat firotin û qazanca wê jî 8 milyar dolar e.
Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, her bermîlek petrolê di meha Çileyê de bi 77 dolar û 536 sentan hatiye firotin.
Li gorî rapora S&P Global Platts, bi sedema zêdebûna berhemanîna petrolê li Iraqê, berhemanîna rojane ya petrola xav a Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) di meha Çile de 130 hezar bermîl zêde bûye û gihîştiye 42 milyon û 740 hezar bermîlan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin