Dahata 2022yan a petrola Iraqê hat eskere kirin: 115 milyar dolar…
PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Enerjî û Petrolê Hayan Abdulxanî îro 3yê Çileyê dahata giştî ya petrolê di sala 2022yan de eşkere kir.
Abdulxanî ji ajansa fermî ya Iraqê (INA) re ragihandiye ku dahata giştî ya hinardekirina petrola xav di sala 2022an de zêdetirî 115 milyar dolar bûye.
Wezîrê Iraqê diyar kir, hinardekirina petrola xav zêdetirî 1 milyar û 209 milyon bermîl bû û di encamê de rêjeya hinardekirina petrolê ya rojane nêzîkî 3 milyon û 320 hezar bermîl bû.
Herwiha Abdulxanî pesnê hewldanên karmendên Wezareta Petrolê û pêkhateyên wê ji bo van destkeftan da, ji ber ku 115 milyar dolar ji bûdceya federalî re peyde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin