Artêsa Iraqê amarên kustiyên DAISê yên sala 2022yan eskere kir
PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê îro 27ê Kanûnê amarên operasyonên leşkerî yên dijî rêxistina terorîst DAIŞê de eşkere kir.
Berdevkê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî got, hejmara destpêkê ya kuştiyên DAIŞê ku di sala 2022an de di operasyonên asmanî yên Iraqê de hatine kuştin, zêdetirî 200 kesan e.
Xefacî diyar kir ku amarên destpêkê yên kuştiyên DAIŞê bi destê hêzên ewlehiyê jî, zêdetirî 400 çekdarên DAIŞê ye.
Herwiha Xefacî eşkere kir, deverên ku herî zêde operasyonên leşkerî li wan hatine kirin, deverên başûrê rojavayê Neynewa, bakurê Selahedîn, bakurê Diyala, başûrê rojavayê Kerkûkê û biyabana Enbarê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin