Iraqê di mehekê de nêzî 9 milyar dolar dahata petrolê bi dest xist

02 October 2022 17:06 0 dîtin
Iraqê di mehekê de nêzî 9 milyar dolar dahata petrolê bi dest xist

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê dahata petrolê ya meha Îlona 2022yan eşkere kir.

Li gorî amarên kompaniya SOMO ya Iraqê ku Wezareta Petrolê eşkere kirine, di meha Îlonê de ji petrola bo derve hatiye hinardekirin, 8 milyar û 773 milyon dolar hatiye bidexstistin.

Hatiye diyarkirin ku meha borî 98 milyon û 765 hezar û 153 bermîl petrol hatiye hinardekirin û rojane 3 milyon û 292 hezar bermîl jî hatiye firotin.

Herwiha hatiye ragihandin ku li gorî meha Tebaxê dahat petrolê kêmtir bûye.