Iraqê di mehekê de 11 milyar Dolar dahata petrolê bi dest xist

25 July 2022 19:06 0 dîtin
Iraqê di mehekê de 11 milyar Dolar dahata petrolê bi dest xist

PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê eşkere kir ku wan ji hinartina petrolê di meha Hezîrana borî de 11 milyar dolar dahat bi dest xistiye.

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand: “Dahata hinardekirina petrola xav, 101 milyon û 191 hezar û 236 bermîl e û dahata wê jî 11 milyar û 354 milyon û 544 hezar Dolar e.”

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Di meha Hezîranê de ji bîrên petrolê yên li naverast û başûrê Iraqê, 97 milyon û 980 hezar û 589 bermîl hatine hinardekirin. Rêjeya hinardekirina ji bîrên Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê jî 2 milyon û 910 hezar û 887 bermîl e, bihayê her bermîlekê jî bi giştî 112.209 Dolar e.”

Hat diyarkirin, petrola hatiye hinardekirin ji aliyê 36 kompaniyên navdewletî yên cuda ve ji benderên Besra, Xor El-Emeya, tankerên li Kendavê û bendera Ceyhan a Tirkiyê hatine barkirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê bihayê petrola xav bilind bûye û welatên endamên Hevpeymaniya “OPEC+” li hev kirin ku hilberîna xwe hinekî zêde bikin, da ku bilindbûna bihayan were kêmkirin.