Iraqê di mehekê de bi bihayê 6 milyar dolaran petrol firot
PeyamaKurd - Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku di meha Gulana 2021ê de, dahata neftê nêzîkî 6 milyar dolar e.
Wezareta Neftê ya Iraqê eşkere kir, meha borî li bîrên deverên başûr û navîn yên Iraqê 86 milyon û 820 hezar bermîl neft hatiye firotin û li bîrên Kerkûkê jî 3 milyon û 60 hezar bermîl neft hatiye firotin.
Wezaretê da xuyakirin, ew nefta di mehekê de hatiye firotin, bermîla wê bi nirxa 65.8 dolar hatiye firotin û dahata wê dike nêzîkî 6 milyar dolaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin